Hesen Koçer: Dewleta Tirk dixwaze Êzdiyan qir bike

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer anî ziman “Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li dijî Şengalê dixwaze êzdiyan qir bike.” Hesen Koçer êrişên dewleta Tirk encama bêdengiya civaka navneteweyî dît û li hember êrişan peyama berxwedanê da.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Hesen Koçer derbarê êrişa dawî ya li dijî Şenganê ji Ajansa Nûçeyan A Hewarê re axivî.

Hesen Koçer anî ziman ku dewleta Tirk bi hedefgirtina Merwan Bedel hewl da qirkirina Êzdiyan bighîne serî û ji Şengaliyan xwest ku xwedî li nirx û çanda xwe derkevin.

Hesen Koçer: PKK li pêş çavê Cîhanê ji  Şengalê derket, yê PDK’ê hincet in

PDK’ê ji bo ku êrişên dewleta Tirk rewa bike dibêje PKK’ê li Şengalê heye, li ser vê jî Hesen Koçer anî ziman ku PKK’ê li pêş çavê cîhanê ji Şengalê derket, yên PDK’ê jî hicet in..

Hesen Koçer, daxuyaniya Iraqê ya li dijî êrişa dewleta Tirk wek helwesteke şermok pênase kir û got: ”Dewleta Tirk êriş dike, ew jî tenê daxuyaniyan didin, siyaseta Iraqê divê zelal be”.

Hesen Koçer: Serweriya Iraqê tune ye

Li ser Peymana Şengalê a di navbera hikumeta Bexda û Hewlerê de jî Hesen Koçer wiha axivî:

Peymana Şengalê bê wijdanî û ne rast e. Xekê li Şengalê hemwelatiyên Iraqê ne.

Hukûmeta Bexda ji parastina wan berpirsiyar e. Li şûna vê diçe bi dewleta Tirk re peymana çêdike û ji wan re dibêje, were li hemwelatiyê min bixe.

Hesen Koçer: Civaka navneteweyî hevkarê komkujiyan e

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber diyar kir ku êrişên çêdibin encama bêdengiya civaka navneteweyî ye û got;

Bê destûra hêzên navneteweyî dewleta Tirk nikare van êrişan bike. Ji ber vê hêzên cîhanê dibin hevkarê kuştina gelê Êzdî.

Hesen Koçer: Me li ber xwe daye û em ê dîsa li ber xwe bidin

Dawiyê, Hesen Koçer li dijî êrişên dewleta Tirk a qirker ev peyam da:

Helwesta me zelal e. Gelê Kurd wê her liberxwe bide.

7’ê Kanûnê dewleta Tirk erebeya Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel bombebaran kir.

Di encama êrişê de Merwan Bedel şehîd bû û du zarokên wî yên pê re bûn, bi giranî birîndar bûn.

Back to top button