Demek e li Başûrê Kurdistanê tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye.
Asayîşa Silêmaniyê komek çeteyên DAIŞ’ê li sînorê Helebçe, Seyîd Sadiq tevî çek û teqemeniyên bi wan re girtin.
Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê bi daxuyaniyekê eşkere kir “Hêzên ewlehiyê li parêzgeha Helebçêe komek çeteyên DAIŞ’ê tevî çek û teqemeniyên bi wan re girtin.”
Rêveberiyê diyar kir ku armanca vê komê ew bû li sînorê parêzgeha Silêmanî, Helebçe û Germiyanê kirinên terorîst bikin û ewlehiya herêmê xerab bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin wê di demek nêz de li ser koma çete ya hatî girtin, belge û agahiyên zelal ji raya giştî re werin eşkerekirin.
Di mehekê tenê de, di encama êrişên çeteyên DAIŞ’ê de bi dehan bûn qurban.