Fermandarê Centcom: Wê 2 hezar û 500 leşkerên me li Iraqê bimînin

Doh erka leşkerî ya hêzên Amerîkayê li Iraqê bidawî bû.
Tevî vê yekê jî fermandariya hêzên navendî eşkere kir ku hebûna komên girîdayî Îranê ji bo wan gef û metirsî ye û got “Wê 2 hezar û 500 leşkerî Amerîkî li Iraqê bimînin.”

Sala 2015’an Amerîka ku endama Koalîyona li dijî DAIŞ’ê ye, li Iraqê pêşengî ji gelek operasyonan re kir.

Piştî ku herêm di warê çekdarî de ji hebûna çeteyan hatin paqijkirin, doh Amerîka dawî li erka xwe ya leşkerî anî.

Artêşa Amerîkayê idîa kir ku ew ê ji niha û pê ve li Iraqê tenê bi karên şêwermendî û desteka hawayî bimînin.

Lê Fermandarê Hêzên Navendî CENTCOM General Kenneth McKenzie ragihand wê hebûna wan dewam bike.

McKenzie idîa kir ku hebûna komên girêdayî Îranê ji bo ewlekariya wan cihê metirsiyê ye û got:

Îran ji dixwaze bi temamî em hêzên xwe ji Iraqê vekişînin. Lê em ê ji Iraqê dernekevin.

Wê 2 hezar û 500 leşkerên me li vir bimînin.

Back to top button