Li asmanên Deryay Baltîk tevgera balefirên Rûsya hat astengkirin

Li sînorên Baltîk tevgera balefira Rûsya, hêzên NATO xist alarmê.
Balafrên Polonî yên bi erka Polîsên Asmanî yên Baltîkê tevdigerin, rê li ber balafira Rûsyayê girt.
NATO jî ragihand ku wan rê li balefira leşkerî ya Rûsyayê girtine.

Fermandariya Hewayî ya NATO bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 balefirên F-16 ên Polonî ku di çarçoveya tevgera parastina sînor de doh pêşî li balafira leşkerî ya Rûysya ya bi şeklê IL-20 girtin.

NATO diyar kir ku balefira Rûsî dema li ser Derya Baltîkê re difiriya, bi hêzên kontrolkirina trafîka hewayî re neketine nava têkliyan.

Ji ber vê yekê wan destwerdanê bikin.

Ji fermandarên Polonya Pawel Stajniak jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan yekser bersiva banga ji bo hêzên wan hatî kirin daye.

Stajniak ev yek ji bo hêzên Polonî weke fersendekê binav kir û got:

Balafrên me yên F-16 ku bi erkê Polîsên Ezmanî yên Baltîkê re tevger dikin, erkê xwe bi serkeftî pêk anîne.

Doh jî Navenda Kontrolkirina Parastina Netewî ya Moskowê ragihand, firokeyên şer ên Rûsî Su-27, firokeyên şer ên Amerîkî û Fransî li ser Deryaya Reş şopandine.

Back to top button