Wezîrê Parastinê yê DYA Austin: Li dijî Îranê ji derveyî siyasetê em ji vebijêrkên din re amade ne

Di demeke ku danûstandinên bernameya peymana nukleerî ya Îranê dewam dike de, tevgerek zêde ya Îsraîlê heye.
Werzîrê Parastinê yê Îsraîlê Gantz li Waşîngtonê bi hempîşeyê xwe yê DYA Austin re civiya.
Di civînê de mijara sereke, Îran û rêyên pêşîgirtina wê li bernaya peymana nukleerî bû.
Di vê navberê de, Biden ji fermandaye ku li dijî Îranê ji derveyî dîplomasiyê rêyên din jî werin dîtin.

Danûstandinên ji bo zindîkirina peymana nukleerî ya 2015`an a navbera Îranê û 5+1 endamên dayîmî yên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (DYA, Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Çîn) û Almanyayê, 6`ê Nîsanê dest pê kiribûn.

Lê di gera danûstandinên nû de DYA raste rast cihê xwe negirt.

Piştî navbereke kin doh gera 7. a danûstandinê careke din, li paytexta Awisturya Viyanayê despêkir.

Hemwextî van danûstandinan Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin li Pentagonê hempişeyê xwe yê Îsraîlî Benny Gantz pêşwazî kir.

Lloyd Austin diyar kir ku ew ji fikarên Îsraîl yên derbarê tevgera Îran ya bihêzkirina bernameyên moşekî û nukleerî parve dikin.

Austin anî ziman ku ew û Îsraîl ji bo Îran nebe xwedî çekên nukleerî xwedî heman fikrî ne.

Her wiha keyfxweşiya xwe ya ji bo asayîkirina peywendiyên Îsraîl bi Behreyn, Îmarat û Fasê re nîşan da û got;

Bi cihkirina Îsraîlê di nav herêma kar a Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) de, rê li ber derfetên nû vedike.

Gantz jî di heman civînê de li ser têkiliyên stratejîk ên di navbera Îsraîl û Amerîkayê de axivî û got:

Ji bo pêşîgirtin û dijberiya Îranê, ez li bendê me ku hevkariya xwe xurt bikin û li dijî wê rawestin.

Divê ez bibêjim ku Îran xetera herî mezin e li ser aştî û aramiya li cîhanê û herêmê ye.”

Biden ferman da ku li dijî Îranê ji derveyî dîplomasî ji gavên din re jî amade bin

Her wiha li ser mijarê ji Koşka Spî jî daxuyaniyek derket.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki di daxuyaniya çapemeniya rojane de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Psakî got;

Serok Joe Biden ferman daye ekîba xwe ku eger rêyên dîplomatîk ên li gel Îranê bi ser nekevin, bijardeyên din bifikirin.

Ji bo naskirina ka Îmaratê ambargoya li ser Îranê binpê kiriye yan na wê ji Wezareta Xezînê ya DYA şandeyek serdana Îmaratê bike.

Back to top button