IFRC: Li Etiyopya pêwistiya 23 milyon kesî bi alîkariyê heye

Bi dirêjbûna şerê li Etiyopyayê re pêwistiya kesên bi alîkariyê heyî jî zêde dibe.
Federasyona Xaça Sor û Heyva Sor a Navneteweyî (IFRC) diyar kir ku rewşa mirovî ya li Etiyopyayê ji ber şer û gefên din gihiştiye asta metirsîdar û ragihand ku pêwîstiya 23 milyon kesî bi alîkariyê heye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê rêxistinan ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku gavên lezgîn neyên avêtin bi milyonan kes di bin xeteriya koçberî û ewlehiya xwarinê de ne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li welatê ku nifûsa wê 110 milyon e, pêwistiya 23 milyonî bi alîkariya mirovî heye.

Hat destnîşankirin ku sedemên weke ziwabûn, şewba belavbûnê û êrîşên kuliyan û her wiha pevçûnan bûne sedema krîzê, pêwîstiya lezgîn a bi stargeh, xwarin, pere û xizmetên tenduristiyê zêde kiriye.

Rêvebirê Herêmî yê IFRC ji bo Afrîka Mohammed Mukhier got,

Em tişta ku ji destê me tê dikin, lê çavkaniyên alîkariyê yên ku tên jî kêmin.

Piştî hêzên Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê (TPLF) êrişên xwe yên li ser parêzgehên Amhara û Afarê zêde kir, rewş aloztir bû.

Tevî ku artêşa Etiyopyayê gelek herêm ji bin kontrola hêzên Tîgrayê derxistin jî, şerê li welêt dewam dikin.

Back to top button