Belê bîberên hêja…
Îro 10 Kanûn Roja Mafê Mirovan a Cîhanî ye.
Li gorî parêzvanên mafên mirovan, li Tirkiye bi awayekî nefermî be jî li ser mafê civîn û xwepêşandanê qedexeya qanûnî heye.
Rapor diyar dikin ku şîdeta polîsan a li hemberî xwepêşandanên aştiyane her sal zêde dibe.
Mafê civîn û xwepêşandanê ku mafekî destûrî ye, ji ber astengî, qedexe û tundiya polîsan gelek caran tê binpêkirin.
Li gorî daneyên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) di sala 2021’an de gelek binpêkirin pêk hatine.
Tenê di nava di 11 mehên destpêka salê de, ji ber êrişên dewleta Tirk êşkence û muamleya xerab li 28 jê zarok herî kêm 3 hezar û 540 kesî hatiye kirin.
Ev yek jî piranî di dema çalakiyên aştiyane de pêkhatiye.
Tevî ku li gorî destûra bingehîn a Tirkiyê, pêkanîan xwepêşandanan di çarçoveya
Xala 34. a Destûra Bingehîn ku “Mafê organîzekirina Civîn û Xwepêşandanan” rêxistin dike, dibêje:
“Mafê herkesî ye ku bêyî destûr berê civîn û meşên xwenîşandanê yên bêçek û bê êrîş organîze bike.”
Lê ev qanûn li Tirkiyê tenê li ser kaxezê sînordar maye.