Mirina biguman a Garîbe Gezer rê li ber hêrsa Kurdan vekir

Li girtîgehên dewleta Tirk zext û êrişên li ser girtiyan gihiştiye asteke gelekî tirsnak.
Duh, girtîya sîyasî a Kurd Garîbe Gezer, li girtîgeha ku lê dihate girtin, bi awayekî bi guman jîyana xwe ji dest da.
Kuştina Garîbe Gezer li Bakurê Kurdistanê bi çalakiyan hate şermezarkirin û hate gotin desthilata AKP’ê berpirsyar e.

Girtîgehên Tirkîyê ji girtîyên sîyasî, bi taybet jî ji Jin û Kurdan re bûye çala mirinê.

Îşkence, zext, binpêkirina mafan, tecawûz, dest avêtin û mirinên bi guman, her diçe zêde dibe.

Duh gîrtîya sîyasî û Jina Kurd Garîbe Gezer, girtîgeha ku lê dima bi awayek bi guman jîyana xwe ji dest da.

Ev yek jî rê li ber hêrs û nerazîbûna raya giştî vekir.

Cigirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede, Baroya Wanê û Sazîyên jinan bi daxuyanîyan bertek nîşanî mirina bi guman a Garîbe Gezer dan.

Umît Dede: Mirina gezer cewhera binpêkirina mafê mirovan a li Tirkiyê ye

Cigirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede bal kişande ser mirina bi guman a Garîbe Gezer û got:

”Pêvajoya ku dawî li jîyana Garîbe Gezer hat, cewher û Kurteya binpêkirina mafên mirovan a li Tirkîyê ye.

Birayekî Garîbe Gezer jî jî di şerê ku ji alîyê hikûmetê ve hat afirandin de jîyana xwe ji dest da û birayekî wê ê din jî felc maye.

Garîbe Herî dawî hat sirgûnkirin û li wir rastî îşkence û tecawizê hat.”

Dede da zanîn ku di dema dawî de bi rêya malbatê pê hisîyane ku li girtîgehê rastî îşkence û tecawizê hatîye û wiha domand:

Di telefona dawî ya ku bi malbata xwe re axivî de em hîn bûn ku rastî van kirinan hatîye.

Garîbe avêtine hucreya yek kesî û li wir bi awayek bi guman jîyana xwe ji dest dide.

Dede di dawî de anî ziman ku binpêkirina mafan li Tirkîyê bi çend minak û bûyeran nikare were îzahkirin.

Baroya Wanê: Em ê hesab bipirsin

Baroya Wanê jî bi heman armancê daxuyanîyek da.

Di daxuyanîyê de Parêzer Jîyan Ozkapan axivî û dîyar kir ku Garîbe Gezer jineke mexdûra îşkenceyê ye û wiha got:

”Her çiqasî Garîbe xwestibe derbasî qawişên 3 kesî bibe jî, lê rêveberîya girtîgehê wî di hucreya yek kesî de girt.

Li girtîgeha ku lê dima rastî îşkence û tundîya derûnî hat. Em ê hesabê wê bipirsin.”

Eren Keskîn: Ên ku her tiştî ji nedîtî ve hatin berpirsin

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan-ÎHD’ê Eren Keskîn di hesabê xwe yê medyaya civakî de ev tişt anî ziman:

Mirovek di hucreyê de çawa dikare xwe bi darve bike? Şerme. Di girtîgehên îzilasyon de cezayê hucreyê êşkenceye. Yên ku guh nedan hemû bûyeran û Garîbe xistin hucreyê ji vê bûyerê berpirsyar in.”

Meclîsa jinan a HDP’ê: Berpirsyar desthilatdar e

Meclisa Jinan a HDP’ê jî derbarê mijarê de wiha got,

“Hukumetê çav û guhê xwe ji tundiya dijî Garibe hatî kirin re girt. Berpirsiyarê vê nêzîkatiya dijminane ya li dijî Garibe hatî kirin dewlet e.”

TJA: Divê kesên berpirsyar tavilê bên eşkerekirin

Tevgera Jinên Azad-TJA’yê têkildarî mirina biguman a Garîbe Gezer li pêş avahiya HDP’ê a Mêrdînê daxuyanî da.

Rêxistina HDP’a Mêrdînê, rêveberên DBP’ê û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Garibe bi tecrîda tê domandin hat kuştin. Divê bi lêpirsîneke bi bandor kesên berpirsyar demildest bên aşkerakirin.”

Back to top button