PYD: Rewşa li herêmên ku dewleta Tirk dagirkirine her diçe xirab dibe

Bi boneya Roja Mafê Mirovan a Cîhanê Meclisa Giştî ya PYD’ê, Fermandariya Giştî ya YPJ`ê û Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyan de bang li civata navneteweyî hate kirin ku dagirkeriya Tirk a li ser Sûriyê bi dawî bike û sûcdar werin darizandin.

îro Roja Mafê Mirovan a Cîhanî ye.

Armanca serekê ya vê rojê jî bal kişandina ser binpêkirinên mafê mirovan û parastina mafê mirovan e.

Têkildarî vê rojê Meclîsa giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê daxuyaniyek da.

PYD’ê diyar kir piştî 73 salan li ser ragihandina vê rojê re , hîna mafê mirovan nayên parastin.

PYD’ê bal kişand ser sûc û binpêkirinên mafê mirovan yên li herêmên dagirkirî ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne kirin
û got:

“Li pêşiya çavê cîhanê û rêxistinên hiqûqî, rewşa herêmên ji aliyê Dewleta Tirk ve dagirkirî xirabtir dibe, binpêkirinên plankirî û xeternak ên mafê mirovan zêde dibin.

PYD’ê dawî de bang li Neteweyên Yekbuyî kir ku gavên cidî ji bo çareserkirina aloziya Sûrî biavêje û binpêkirinên mafên mirovan li hundirê Tirkiyê û dewletên derdorê rawestîne.

YPJ:Divê ny rewşa mafên mirovan bişopîne û binpêkirinan bi dawî bike

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê jî bi heman armanacê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

YPJ’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku YPJ’ê û pergala parastinê ya giştî ya Rojava ji dema demazirandinê ve di rêziknameya xwe de rêz ji mafên mirovan re girtiye.

YPJ’ê diyar ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jinan û zarokên di girtîgehên xwe de sûcên dermirovî pêk tînin.

YPJ’ê destnîşan kir ku bêdengiya civata navneteweyî derfetê dide dewleta Tirk û komên çete ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sûcên hovane bikin.

YPJ’ê di dawiyêd e bang li civata navneteweyî û rêxistinên navneteweyî yên têkildar û Neteweyên Yekbûyî-NY kir ku rewşa mafên mirovan bişopînin û erkên xwe bînin cih.

Koçberên Serêkaniyê: Divê civata navnateweyî dagirkeriya Tirk bi dawî bike

Derbarê heman rojê de Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyaniyek da.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tevî danezan û biryara mafê mirovan jî, sûc û binpêkirinên komên terorîst û dagirker li Serê Kaniyê dewam dikin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku li gorî qanûnan erka xwe bi cih bînin û dawî li dagirkeriya Tirk a li herêmên dagirkirî bînin.

Back to top button