QSD: Di êrişên duh li ser Eyn Îsayê de çete neçar man ku birevin

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê a li ser gundê Sakîro yê Eyn Îsayê têk bir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev derdora saet 9:30`an de hewl dan gundê Sakîro dagir bikin.

QSD diyar kir ku hêzên wan hewldana çeteyan têk bir û di encamê de gelek çete birîndar bûn, yên mayîn jî neçar man ku birevin.

Li gorî Navenda Ragihandina QSD`ê, van herdu rojên dawî de ev cara duyemîn e çete hewl didin derbasî gundê Sakîro bibin û hewldanên wan tên têkbirin.

Çeteyan êrişî gundê Toxara Piçûk yê Minbicê kir, sivîlek birîndar bû

Doh bi şev jî dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê Toxara Piçûk a Minbicê kir û di encamê de şêniyê bi navê Ebdulhey ê 30 salî birîndar bû.

Dagirkeran êrişî gundên Dirdara, Til Şeman û Til Cuma ên Til Temirê kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Dirdara, Til Şenan û Til Cuma yên Til Temirê bi hawan û obusan bombebaran kirin
Ji ber topbaranê ziyan gihaştin mal û milkên gundiyan.

Back to top button