Babê Şêx serdana konê sersaxiyê yê ji bo Merwan Bedel kir

Serdanên sersaxiyê ên ji bo hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Merwan Bedel di roja sêyemîn dewam dikin.
Di roja dawî ya sersaxiyê de ku di heman demê roja Cejna Feqîran e, Babê Şêx jî di nav de civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê ji bo xêra Merwan Bedel kombûn.

Serdanên ji bo konê sersaxiyê yê Merwan Bedel ku li ber deriyê mala wî hatiye danîn dewam dikin.

Îro di roja sêyemîn de piştî rojiya Êzîd ya 3 rojan ku di heman demê de jî roja dawî ya konê sersaxiyê ye ji bo Merwan Bedel xêr hate dayîn.

Rêberê Ruhanî yê civaka Êzidî Şêx Ilyas Nasir jî serdana konê sersaxiyê kir.

Her wiha berpirsên Heşdî Şeebî, oldar, eşîr, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û bi sedan kes kom bi kom serdana kon kirin.

Back to top button