Kongra Star bi boneya 10’ê Kanûnê daxuyanî dan

Bi boneya Roja Mafê Mirovan a Cîhanî Kongra Star li Qamişlo, Heleb û Efrînê bi daxuyaniyên cuda bêdendiya civaka navneteweyî a li hemberî sûc û binpêkirinên dewleta Tirk ên li herêmê şermezar kir.
Kongra Star a kantona Hesekê jî bi vê boneyê pêngava xwe a “Tê bikoşe! tundî û dagirkeriyê têk bibe” bi dawî kir.

Bi boneya 10’ê Kanûnê’ Roja Mafê Mirovan a Cîhanî, Kongra Star li herêmên cuda ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî dan.

Kongra Star a Qamişlo bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîda li ser rêber Ocalan û êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, li hemberî bûyerên li herêmê rû didin pêdivî bi piştevaniyeke cîhanî heye.

Di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û saziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin ku dawî li dagirkeryê bînin û tecrîda li ser rêber Ocalan rakin.

Kongra Star a Helebê jî bi heman armancê daxuyaniyk da û bêdengiya rêxistinên navneteweyî li hemberî binpêkirinên dijî jinan şermezar kir .

Kongra Star bal kişande li ser cezayê darvekirinê yê li dijî Fîdan û Wîsal ku di girtîgeha Raî de ne û got ev yek asta zêdegavî û binpêkirinên dewleta Tirk li dijî hemû beşên civakê nîşan dide.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, ji bo pêkanîna aştî û edaletê û bidawîkirina tundiya li dijî jinan, pêwîstî bi çareseriyên siyasî û aştiyane ku rêber Ocalan pêşkêş kirine heye.

Di heman çarçoveyê de, Kongra Star a herêma Efrînê jî bi bang li rêxistinên mirovî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelê Efrînê, bisekinin.

Kongra Star a Hesekê bi vê boneyê pêngava 25’ê Mijdarê bi dawî kir

Kongra Star a bajarê Hesekê bi heman armancê li kampa Serêkaniyê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Kongra Star bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanî hemleya “Tê bikoşe! tundî û dagirkeriyê têk bibe”, ku di 20’ê Mijdarê di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan de dest pê kiribû, bi dawî kir.

Di daxuyaniyê de îşaret bi çalakiyên pêngavê yên ji bo parastina mafên jinan û bidawîkirina dagirkeriyê hatin kirin.

Back to top button