Mazlûm Dînç: Biryara Konseya Ewropa ya derbarê Rêber Apo de dereng jî be girîng e

Parêzerê Rêber Apo Mazlûm Dînç, têkildarî biryara Konseya Ewropayê ku ji Tirkiyê hatibû xwestin derbarê Rêber Apo de heta Îlona 2022’an agahiyên berfireh bêne dayîn, axivî.
Parêzer Dînç diyar kir konseyê di encama têkoşînê de dosya xist rojeva xwe û got, “divê komîte pêvajoya piştî vê bişopîne û zextê li Tirkiyê bike ku biryarê bi cih bîne.”

Piştî civîna Komiteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Komiteyê ji dewleta Tirk xwest ku derbarê rewşa Rêber Apo û girtiyên cezayê hetahetayî li wan hatine birrîn de heta Îlona 2022’an agahiyên berfireh bidin.

Têkildarî biryara Konseya Ewropa ya derbarê Rêber apo û girtiyên siyasî Parêzerê Rêber Apo Mazlûm Dînç ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Dînç, dazanîn Komîteya Wezîran ku DMME’yê û biryarên wê kontrol dike demekî dirêj gav naavêt û diyar kir piştî demekî dirêj jî be girtina mijarê rojeva xwe girîng e.

Dînç, diyar kir ku dosyaya Komîteyê girtiye rojeva xwe 10 salan zêdetir li DMME’yê hatiye sekinandin û wiha got:

“Me di sala 2004’an serî li DMME’yê dabû. Lê Komîteyê nû girt rojeva xwe.

Me destnîşan kir ku ‘cezayê girtîgehê yê muebbeta girankirî’ li gorî xala 3’yemîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) binpêkirina maf e.”

 Mazlûm Dînç: Dema mijar dibe Kurd û Rêber Apo DMME û desteya wezîran li pişt biryarên xwe nasekinin

Dînç, anî ziman DMME û Konseya Ewropayê di çarçoveya armancên xwe yên damezrandinê de tevnagerin û wiha dewam kir:

“Dema mijar dosyayên cuda be, raya giştî dizane ku DMME û Desteya Wezîran çiqasî bi lez û bez wan bi rê ve dibin

Lê belê dema mijar dibe Kurd û Birêz Ocalan, berjewendiyên siyasî derdikevin pêş û li pişt biryarên xwe jî nasekinin.”

Dînç, bal kişand ser serdana CPT’yê ya Îmraliyê jî û got:

“CPT’yê serdana Îmraliyê kir û rapor amade kir. Lê raporên ku amadekirine jî na şopîne. Divê êdî tişta bikeve ser milê wê pêk bîne.

Parezer Dînç, Nêzikatiyên CPT’yê, Konseya Ewropa û DMME weke nêzîkatiyek siyasî û polîtîk bi nav kir.

Dînç, ji bo wextê ku Komîteyê daye Tirkiyê jî diyar kir ku ev yek di rastiyê de nîşan dide Tirkiye wê ti gavan neavêje.

Lê belê, asta têkoşînê wê gavê bi Tirkiyê bide avêtin.

Mazlûm Dînç: 8 meh in ji birêz Ocalan ti agahî nayên girtin

Mazlûm Dînç eşkere kir komîteyê di encama têkoşînê de dosya xist rojeva xwe û bi lêv kir ku divê komîte pêvajoya piştî vê bişopîne û ji bo pêkanîna biryarê zextê li tirkiyê bike.

Dînç, dawî de da zanîn ku 8 meh in ji Rêber Apo tu agahiyan nagirin û daxwaz kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo were rakirin û derfetên hevdîtinê bêne avakirin.

Back to top button