Careke din bang li PDK’ê hate kirin: şermek mezine ku PDK’ê cenazeyan nade

Çalakiya malbatên şehîdan a li Sêmalkayê ya ji bo girtina cenazeyên gerîla ên ku PDK’ê ew şehîdxistine 67 roj li pey xwe hiştin.
Endamên Komîteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê û endamên Partiya Komarî ya Kurdistanê serdana konê çalakiyê kirin.
Careke din bang li PDK’ê hate kirin ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

Çalakiya malbatên şehîdan a li Sêmalkayê ya ji bo girtina cenazeyên gerîla ên ku PDK’ê ew şehîdxistine di roja 67’an de bi serdanên girseyî dewam dike.

Endamên Komîteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê û şandeke Partiya Komarî ya Kurdistanê serdana konê çalakiyê kir.

Endamê Komîteya Perwerdeyê Abdulhekîm Fexredîn Mîrza daxuyanî da û got:

“Di vê pêvajoyê de divê hemû gelê Kurd li dijî planên qirêj bibin yek û piştgiriya hev bikin.

Lê PDK eşkere bi dagirkeran re ye, destekê dide şehîdkirina keç û xortên ku ji bo gelê Kurd tê dikoşin û canê xwe feda dikin.

Ev jî hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk eşkere nîşan dide.”

Di dawiya de ev bang li PDK’ê hate kirin ku dest ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde.

Piştî daxuyaniyê, şandeya Partiya Komarî ya Kurdistanê serdana konê çalakiyê kir.

Serokê Partiya Komarî ya Kurdistanê Bekir Mihemed Îsa axivî û got: “Heta ku em sax bin, em ê li ser şopa şehîdên xwe bin.

Bekîr Îsa helwesta PDK’ê wek şermeke mezin pênase kir û wiha dewam kir:

“Çi dibe bila bibe, diviyabû wan cenazeyên me teslîmî malbatên wan bikirana.

Divê Mesûd Barzanî qaşo pêşengiya gelê Kurd bikira, lê xiyanetê li gelê xwe dike.”

Îsa got cenazeyên me di destê wan debe jixwe şermeke mezin e, lê heke radestî dewleta Tirk kiribin, şermeke mezintir e.

Mesûd Barzanî bi hezaran Kurd şehîd kirin. Hevalên me yên ji bo gelê Kurd şer dikirin, girtin û radestî dewleta Tirk, Îran, hikumeta Şamê kirin.”

Back to top button