Çalakiya ‘Azadî ji Rêber Apo re’ du hefte li pey xwe hişt

Çalakiya Însiyatîfa ‘Azadî ji Rêber Apo re’ ya li ber Konseya Ewropayê du hefte li pey xwe hişt.
Çalakgeran dosyayek li ser tecrîdê radestî Alîkarê Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê kirin.
Rojnameya Înformatîon a Danîmarkayê jî bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanî ji bo azadiya Rêber Apo îlanek da.

Çalakiya ku Însiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ di 1’ê Kanûnê de di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ hate destpêkirin, du hefte li pey xwe hişt.

Çalakiya ku li ber Konseya Ewropayê dewam dike, her roj ji aliyê siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê, saziyên jin û ciwanan, Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê ve tê meşandin.

Di roja dawî ya hefteyê de endamên Federasyona Navendên Civaka Demokratîk ên Kurdistaniyên li Hollandayê (DEM-NED) û Federasyona Navendên Civaka Demokratîk ên Kurdistaniyên li Belçîkayê (NAV-BEL) ve dewr hate wergirtin.

Hevserokê NAV-BEL’ê Davût Keskîn bi navê komê daxuyanî da.

Keskîn bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û got “Dema tecrîd kûr dibe, şer jî zêde dibe.”

Keskîn diyar kir ku êrişên dagirkeriyê yên li dijî gelê Kurd zêde dibin û bêdengiya dewletên Ewropayê ya li hemberî van sûcên dewleta Tirk şermezar kir.

Keskîn anî ziman gelê Kurd bi berxwedana xwe heta niha gelek desthilatdarî hilweşandine û îro jî gelê Kurd wê bi berxwedana xwe rejîma faşîst a AKP û MHP’ê hilweşînin.

Çalakgeran dosyeyek dan alîkarê sekreterê giştî yê Konseya Ewropa

Piştî axaftinan, dosyeyek a têkildarî Tecrîda li ser Rêber Apo jî teslîmî Alîkarê Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Mîchael Neûratûer hate kirin.

Di dema hevdîtinê de peywirên Konseya Ewropayê hatin bibîrxistin.

Rojnameya danimarkî bi boneya roja mafê mirova a cîhanî ji bo Rêber Apo îlan da

Li aliyê din bi boneya Roja Mafê Mirovan a Cîhanî di rojnameyeke Danîmarkayê de ji bo azadiya Rêber Apo îlan hate dayîn û nerazîbûn nîşanî li ser tecrîda Rêber Apo dan.

Di îlanê de hate diyarkirin divê Rêber Apo were berdan û ev tişt hate diyarkirin:

“Îro 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ye û ji bo azadiya Abdullah Ocalan firsendeke baş e.

Qehremanê azadiya Kurdan Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girava Îmraliyê di girtîgehê de ye.”

Herwiha di îlanê de navnîşana malpera Înisîyatîfa Azadî Ji Rêber Apo re û lînkên pirtûkên Rêber Apo jî hatin dayîn.

Back to top button