Cenazeyê Garîbe Gezer li Karboranê a Mêrdînê hate veşartin

Cenazeya Garîbe Gezer li Kerboranê a Mêrdînê hate veşartin.

Cenazeya Garîbe Gezer piştî gihaşte Mêrdînê ji hêla malbata Gezerê, xizmên wê, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Parlementera HDP’ê Dersim Dag û rêvebirên HDP’î ve bi tilîliyan hat pêşwazîkirin.

Polîsan nehiştin cenaze bi wesayîta Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin bihata birin.
Malbatê wesayîteke taybet ji bo cenazeya Garîbe Gezer kirê kir.
Cenaze bi konveyekê ber bi navenda Kerboranê ve hat şandin.

Cenazeyê Garîbe Gezerê li cem gora birayê wê Bîlal Gezerê yê ku di çalakiyên 6-8’ê Cotmehê yên Kobanê de jiyana xwe ji dest da, hate veşartin.

Ji ber rewşa xerab a li girtîgehên Tirkiyê û tundiya ku li dijî girtiyan taybet li dijî jinan tê kirin, ev bûyer her rû didin.

Heta niha bi sedan girtî li girtîgehên faşista AKP’ê jiyana xwe ji dest dane.

Niha bi sedan girtî ji ber rewşa wan a xerab, jiyana wan di metirsiyê de ye.

Back to top button