Îngiltere-Dadgeha bilind: Dibe ku Julian Assange ji bo Amerîka were radestkirin

Îngiltere, serlêdana Amerîka ya ji bo radestkirina avakirê malpera WikiLeaks Julian Assange, qebûl kir.

Li ser vê dadgeha bilind ragihand ku dibe Assange ji bo Amerîkayê were radestkirin.

Avakarê WikiLeaks Julian Assange bi îdîya ku belgeyên veşartî eşkere kirin, ji sala 2019’an ve li Londonê girtî ye.

Amerîka beriya niha daxwaz kiribû ku Assang li cem wan were dadgehkirin, lê ev yek nehatibû qebûlkirin.

Doh Dadgeha Bilind a Îngilîstanê serlêdana Amerîkayê nirxand û biryara xwe eşkere kir.

Li gorî vê,

Dadgehê ji ber van sedeman biryar da ku Assange radestî Amerîkayê bikin.

Eger ceza lê were birîn, wê ji bo welatê xwe Awusturalyayê were şandin.

Li zindanên wê pêvajoya dermankirina wî dewam bike.

Û her wiha wê di bin şertê giran de neyê girtin.

Eger Julîan Assange radestî Amerîkayê were kirin dikare cezayê zindanê yê 175 salan werbigre.

Back to top button