DAWÛDOGLU: BIRYARA YSK’Ê LI DIJÎ QANÛNÊ YE

Dubarekirina hilbijartina Stenbolê, nerazîbûnê tund li nava Tirkiyê çêdike..

Damezrênerên AKP’ê dibêjin ku, ev biryar li dijî qanûnê ye û dawî li nirxên bingehîn tîne.

Piştî gelek nerazîbûnên mezin li dijî biryara Desteya Bilbind a Hilbijartinan ji bo dubarekirina hilbijartina Stenbolê, êdî bertekên navxweyî derdikevin..

Endamên AKP’ê Ahmed Dawûdoglu ragihand ku, ev biryar li dijî nirxên bingehîn e..

Ahmed Dawûdoglu li ser Twitterê diyar kir ku ev biryar li dijî qanûnên navdewletî ye,,

Dawûdoglu yê ku ji serokwezîrtiya Tirkiyê hatibû xistin teqez kir ku, ji nirxên bingehîn e ku îradeya gel li ser sindoqan be, lê ev biryar dawî li van nirxan tîne û qanûnên navdewletî bin pê dike..

Beriya niha jî Ahmed Dawûdoglu nerihetiya xwe di hindirê partiyê de anîbû ziman.

GUL: EV BIRYAR EŞKERE DIKE KU PÊŞKETIN DI AKP’Ê DE ÇÊNEBÛYE

Di heman demê de, serokê berê yê Tirkiyê û ji damezrênerên AKP’ê Abdulah Gul li ser Twittera xwe diyar kir ku, ev biryar eşkere dike, ji dema nakokiyên destûrê de partiyê ti pêşketin bi xwe re çênekiriye.

Gul ev biryar weke biryara dadgeha bilind a sala 2007 ku tevî dengê zêde yê perlemantoyê jî, nehişt bibe serokê dewletê binav kir.

Li gorî agahiyan jî, damezrênerên AKP’ê di nava hewldanên avakirina partiyeke nû de ne.

Ev yek piştî rûdana krîza aborî li welat ku sedema wê jî, siyaseta Erdogan tê dîtin.

YEKÎTIYA PARÊZERÊN TIKRIYÊ: BAWERÎ BI YSK’Ê NEMA

Serokê Yekîtiya Sandîkayên Parêzerên Tirkiyê Fîzî Oglu ji dezgehên ragihandinê yê Tirkî re diyar kir ku, raya giştî ya Tirkiyê ji biryarê aciz e.

Oglu destnîşan kir ku, ti kes sûdê ji vê biryarê nagire, divê ti kes kêf jî neke.

Serokê Yekîtiyê bal kişand ser helwesta YSK’ê û teqez kir ku, baweriya ti kesî nema bi desteya bilind a hilbijartinan YSK’ê tê..

Ev yek eşkere dike ku, di nava YSK’ê de parçekirinek heye.

YSK’ê 23’ê Hizêranê weke dema hilbijartina Stenbolê diyar kir û muxalfetê jî hevgirtina xwe li dijî wê ragihand.

Leave a Reply

Back to top button