Hevserokê berê yê HDP’ê Demîrtaş Hêjayî xelata weimar hat dîtin

Li Almanyayê Xelata Mafê Mirovan a Weimar (Vaymar) doh hat belavkirin.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hêjayî xelatê hat dîtin.

Hevserokê berê yê HDP’ê Demîrtaş ji sala 2016’an ve li zindanê ye.

Ji ber têkoşîna wî ya ji bo çareseriya doza gelê Kurd, li Almanyayê hêjayî xelata mafê mirovan hat dîtin.

Bi vê armancê li bajarê Weimar (Vaymar) merasîmek hat lidarxistin.

Ji ber ku Demîrtaş di zindanê de ye, birayê wî Suleyman Demîrtaş xelat wergirt.

Di merasîmê de Selahattîn Demîrtaş nameyek şand û ji ber piştgiriya gelê Alman û yê cîhanê bi zindaniyên Kurd re kêfxweşiya xwe anî ziman.

Wezîra Çand û Ragihandinê ya Almanyayê Claudia Roth (Klaudiya Rot) di merasîmê de bi bîr xist ku xelata Weimar yek ji xelatê herî girîng e û got:

Demîrtaş siyasetvaneke wêrek e. Em ê ti carî keda wî ya ji bo azadî û demorasiyê jibîr nekin.

Back to top button