Ebdulkerîm Omer: Hêzên cîhanî bi erka xwe ranabin

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer anî ziman ku civaka navneteweyî li hemberî rewşa endamên malbatên DAIŞ’î yê di kampa Hol de erka xwe bicih nayînin. Û ji bo avakirina navendên perwerdekirina zarokên DAIŞ’ê banga alîkariyê kir. 

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Ebdulkerîm Omer têkildarî rewşa girtiyên DAIŞ’î û endamên malbatên wan ên li kampa Holê, ji Ajansa ANF re axivî.

Ebdulkerîm Omer kamp weke bombeyek li ber teqandinê ye bi nav kir û diyar kir ku teqandina vê bombeyê wê bandorê li tevahî cîhanê bike.

Ebdulkerîm Omer hişyarî kir ku rewşa kampa Holê êdî ji kontrolê derketiye, rojane bûyerên kuştinê lê rû didin û DAIŞ’î ji wir tên revandin.

Ebdulkerî Omer balkişand li ser ne-girtina welatan bo hemwelatiyên xwe û got ku mayîna zarokan di wê kampê de tê wateya avakirina nifşek nû ji terorê..

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve eşkere kir ku Rêveberiya Xweser bi tena xwe wê nikaribe heq ji van çeteyan derkeve, hêzên cîhanê jî bi erka xwe ranabin.

Ebdulkerîm Omer behsa navenda Horî ya ku ji bo perwerdekirina zarokên DAIŞ’î jî kir, piştrast kir ku ew encamek baş ji perwerdeyê derdixin û banga alîkariyê ji bo zêdekirina mîna van navendan kir.

Back to top button