Dr. Ciwan Mistefa: Madeyên çêkirina testên Corona nemane

Dr. Ciwan Mistefa anî ziman ku madeyên çêkirina testên Coronayê li cem wan nemane û got:

”Ji ber girtina dergehê Til Koçer em zehmetiyan di peydakirina madeyan de dibînin.”

Madeyên çêkirina testên vîrusa Coronayê li taqîgeha yekane ya li Qamişlo nemane.

Ji ber vê yekê ji 10’ê Mijdarê ve Desteya Tenduristiyê daneyên pêkatiyên vîrusa ranegandine.

Li ser mijarê hevseorkê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa axivî û got:

”Ev madeyên çêkirina testên vîrûsê li Sûriyê peyda nabin, em zehmetiyan dişîninin heta peyda dikin.

Ya ku rewşê aloztir dike û rewşa tenduristî li herêmê zehmetir dike, girtine dergehê Til Koçer e.

Girtina vî dergehî nahêle ku alîkariyên mirovî derbasî herêmê bibe.”

Ciwan da zanîn ku ji ber nebûna madeyan ew nizanin bê ka çiqasî vîros li herêmê belav bûye û got:

”Dibe ku çend rojên bê de ev made bighêjin desê me. Dema gihaştin jî wê taqîheh dîsa bixebite.”

Back to top button