Operasyonên qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistanê dewam dikin.
Piştî ku Wezîrê Karê Hûndir ê Tirk Suleyman Soylû HDP’ê wek hedef nîşan da, hêzên Dewletê avêtin ser avahîya HDP’ê ya Cizîra Botan û gelek malên din. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin.
Rêxistinên HDP’ê ên bajêr jî bi daxuyanîyeke got; ”Em li vir in, wê ev derî neyê girtin.”
Li Bakûrê Kurdistanê operasyonên qirkirina sîyasî û ên li dijî HDP’ê, bê rawestan didome.
Piştî ku Suleyamn Soylû li meclîsê HDP wek hedef nîşan da, hêzên Dewleta faşîst ketin tevgerê û bi ser navenda HDP’ê a Cizîra Botan û gelek malan de girtin.
Di serdegirtinan de rêvebir û gelek endamên HDP’ê hatin binçavkirin.
Li ser serdegirtinan, rêxistinên HDP’ê yên bajêr daxuyanî dan.
Sabahattîn Denîz: Em li vir in, serê me bilind e, wê ev derî neyê girtin
Di daxuyanîyê de Hevserokê HDP’ê a Şirnexê Sabahattîn Denîz axivî û bertek nîşanî serdegirtinê da û got:
”Em li vir in, serê me bilind e. Hûn me hemûyan jî bigrin wê ev derî neyê girtin.”
Hevserokê HDP’ê yê Cizîrê Mesût Mert jî axivî û wiha got:
”Tiştên ku di serdegirtina avahîyên me de hatine kirin metîngerîye.
Tenê metînger dikarin wisa bikin. Em weke HDP li vir in û serê me bilind e.
Mesût Mert: Em ê vê faşîzmê jî bişînin sergoyê dîrokê
Çawa ku me partîyên wek DSP û ANAP’ê ên faşîst avêt sergoyê dîrokê, em ê we jî bi heman rengî bişînin sergoyê dîrokê.”
Di daxuyanîya sazî û rêxistinên HDP’ê ên bajêr de hat dîyar kirin ku ti zext nikare wan têk bibe û posterên şehîdan ên ku di serdegirtinê de avêtibûn erdê, hildan ser destan.
Piştî axaftinan çalakîya rûniştinê hat lidarxistin.
Di serdegirtinan de ji 26 kesên ku lêdigerîyan 15 kes kirin binçavan.