Li Sêmalkayê..68 Roj in çalakî dewam dike lê PDK cenazeyên şehîdan nade

68 roj in, li ber dergeha Sêmalka çalakiya konvedanê ya malbatên şehîdan dewam dike.
Çalakgeran bertek nîşanî PDK’ê dan ku cenazeyê şehîdan nade û got “Tişta ku PDK dike, dijmîn jî nake.”

Çalakiya li deriyê Sêmalkayê a ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan ku ji aliyê PDK’ê hatin şehîdkirin, di roja 68’an de bi biryardarî dewam dike.

Îro koma Dêrikê çalaki dewrî endamên meclisa Amûdê kir.

Endama meclisa navçeyê Şîrîn Dirbaz axivî û got:

“Em êdî ne kurdên berê ne, Barzanî bi hevkariya Erdogan cenazeyên şehîdan vedişêre. Heta em cenazeyên şehîdan wernegrin wê çalakiyên me berdewam bikin.”

Endama Kongra Star û endama meclisa navçeya Amûdê Sureya Hisên jî got:

“Heke hewce bike, heta ku em cenazeyên xwe bigrin em ê bi salan li vir bimînin.”

Back to top button