Ann Linde: Hevkariya me bi hêz e û wê dewam bike

Wezîra Karê Derve a Swêdê Ann Linde ku şandeya MSD’ê li welatê xwe pêşwazî kir got,

Hevdîtineke erênî pêk hat, hevkariya me bi hêz e û wê dewam bike.

Şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk ku ji Hevserok Riyad Derar û Seroka Desteya Rêveber Îlham Ahmed pêk tê, li Swêdê ye..

Şandê têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûrî rêzehevdîtinan li gel rayedarên vî welatî pêk tîne.

Wezîra Karê Derve a Swêdê Ann Linde li ser hesabê xwe ê tevna civakî, derbarê hevdîtinan de peyameke wiha parve kir:

Nîqaşên me ên ji dil li gel Îlham Ehmed û Meclisa Sûriya Demokratîk pêk hatin.

Rojeva me rewşa Bakur û Rojhilatê Sûrî bû.

Swêd hê jî hevkareke çalak e.

Back to top button