Muslim Şêx Hesen: AKP’ê berpirsê aloziya li Tirkiyê ye

Siyasetmedar Muslim Şêx Hesen, AKP’ê berpirsê hemû aloziyên li hundirê Tirkiyê dît û anî ziman ku dibe di hilbijartinên bê de bi bin bikeve.

Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Muslim Şêx Hesen ji ajansa ANHA’yê re axivî û got:

“AKP`ê berpirsa hemû aloziyên li hundirê Tirkiyê çi siyasî û çi aborî ye, ji ber ku ew welat bi rêve dibe û got:

“Gelê Tirk di rewşeke dijwar de ye û hin caran ji ber siyasetên şaş ên vê partiyê radibin.

Xwiyaye û ne dûr e ku AKP’ê di hilbijartinên bê de bi ser nekeve .”

Şêx Hesen destnîşan kir ku eger aloziya li Tirkiyê kûrtir bibe, ne dûr e ku ji herêmên Sûriyê yên ku dagirkirine vekişe.

Back to top button