LEYLA GUVEN 183 ROJ IN LI BER XWE DIDE

Li dijî tecrîdê her ku diçe çalakî , bertek û nerazîbûn zêde dibin.

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hatîn destpêkirin, bi biryar li dar in.

Ji wan çalakiya hevserok KCD Leyla Guven e ku 183 roj in bi berxwedanî dewam dike.

Tevî çalakiya Guven, çalakiya bi hezaaran girtiyên di grevê de, hem jî rojiya mirinê ya 15 girtiyan li dar in .

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Ocalan 8’ê Mijdara 2018’an dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

Çalakiya Guven di roja 183’yan de ye.

Koma despêkê ya çalakiya girtiyên li girtîgehên ku 16’ê Kanûna 2018’an de dest pê kiribû, di roja 145’an de ye.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ev çalakî jî 69 rojin li dare.

Tevî çalakiyên grevê, rojiya mirinê jî ya 15 girtiyan bi biryar dewam e.

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 10’emîn de dewam dike.

Her wiha Çalakiya Parlementerên (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

ÇALAKGER TEKÎN: HEVDÎTINA PARÊZERAN A BI OCALAN RE NE JI BO BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ YE’

Salîh Tekîn ku di 3’yê Adarê de li avahiya HDP’ê ya Amedê tevî Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag dest bi greva birçîbûnê kir, li dijî tecrîdê 68 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Tekîn, diyar kir ku daxwaza wan pêkanîna hiqûqê ye û hevdîtina parêzeran a bi Rêber Ocalan re ne ji bo bidawîbûna tecrîdê ye.

Her wiha Çalakiya Sedat Akin jî 123,

Gurbet Ektîren 114,

Mahsun Şen 125 û Mûrat Aksin 56,

Semra Alkan 123,

Û Îhsan Sinmiş 72 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê dewam dikin.

Leave a Reply

Back to top button