Li bajarê Hesekê Komîteya Amadekirina Peymana Civakî civîna xwe ya dawî li dar dixe

Komîteya berfireh a amadekirina peymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîna xwe ya dawî li bajarê Hesekê li hola serdem lidar dixe. 

Civîn bi amadebûna hemû endaman Komîteya berfireh a amadekirina peymana civakî, nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî, tevgerên ciwan, hiqûqnas, rêxistinên civaka sivîl û saziyên civaka sivîl ên herêmê dest pê kir.

Komîte ji 157 endaman, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û partiyên siyasî, tevgerên ciwan, hiqûqnas, rêxistinên civaka sivîl û saziyên civaka sivîl ên herêmê pêk tê.

Ev civîn piştî ku Rêveberiya Xweser di 15ê Tîrmeha îsal de, komîteyek biçûk ku ji 30 endaman ava kir, ji bo amadekirina reşnivîsa peymanê û gotûbêjkirina wê bi civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hat lidarxistin.

Back to top button