QSD`ê 100 çeteyên DAIŞ`ê yên Iraqî radestî hikûmeta Iraqê kir.
Ev çete nêzî sal bûn di girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bûn.
Cîgirê Fermandarê Çalakiyên Hevbeş ên li dijî DAIŞ’ê, Abdulemîr El Şemerî berî niha bi 2 rojan eşkere kir ku wan bi hevkariya QSD’ê li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê 100 DAIŞ’î wergirtine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî radestkirina çeteyên DAIŞ`ê yên Iraqî îro daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Saziyên taybet ên QSD 100 terorîstên DAIŞ`ê yên Iraqî radestî Hikumeta Federal a Iraqê kirine.
Ev yek li gorî plansaziyekê ku berê di navbera QSD û hikumeta Iraqê de hatibû amadekirin, pêk hat.
Radestkirina çeteyan bi rêya sînorên fermî yên di navbera Sûriyê û Iraqê de pêk hat.
Di çend salên borî de QSD’ê gelek çeteyên DAIŞ`ê yên Iraqî radestî welatê wan kirine, lê hîna ji bi sedan çete di girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.”