QSD’ê îro perwerdeya fermandarên nû bi dawî kir

Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD îro bi merasîmekê perwerdeya fermandarên nû bi dawî kir.

Komek ji şervanên QSD’ê li Akademiya Şehîd Lorens ya li bajarê Hesekê perwerdeya fermandariyê bi dawî kirin.

Di perwerdeyê de waneyên fikrî, siyasî û leşkerî hatin dayîn.

Ji bo bidawîkirina dewrê merasîmek hat lidarxistin.

Di merasîmê de Malbatên şehîdan, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên Hesekê, her wiha endamên saziyên leşkerî yên girêdayî QSD`ê amadebûn.

Di merasimê de yek ji fermandarên QSD’ê Heqî Kobanê axivî û behsa gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê kir.

Di merasîmê de malbata şehîd Lorens Hesekê û şehîd Azad Dêrazor ku perwerde li ser navê wan pêk hat, hatin xelatkirin.
Herî dawî fermandarên ku dewreya perwerdeyê bi dawî kirin, soza xwe dan.

Back to top button