Dagirkeran careke din êrişî gundên Eyn Îsa û Şera a Efrînê kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe îro dîsa êrişî gundewarên Eyn Îsa û Şera ya girêdayî Efrînê kir.

Îro piştî nîvro artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Fatisa yê li rojhilatê Eyn Îsayê û gundê Malikiyê yê navçeya Şera ya Efrînê bombebarankirin.

Hat diyar kirin di van êrişan de çekên giran hatine bikaranîn.

Di derbarê enacama êrişan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Her wiha vê sibê jî 2 balafirên keşfê ên dewleta Tirk li ser asîmanê Efrîn ê Şehbayê geriyan.

Back to top button