Selah Boşî: Pêwîstî bi hewldanên ji bo yekîtiya kurd û ereb hene

Serokê Navenda Karûbarên Stratejîk ya Iraqê Dr. Selah Boşî ku beşdarê kongreya Diyaloga Kurd û Ereb bû, kêfxweşiya xwe ji vê hewldanê anî ziman.
Selah Boşî got, “Ji bo bihêzkirina yekîtiya navbera gelê Kurd û Ereb li Iraqê pêwîstî bi hewldanên bi vî awayî hene.”
Jina çalakvan a ji pêkhateya Ereb Şems Necar jî ku ew jî beşdar bibû, bang li Hikûmeta Iraqê kir pêşî li êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Êzîdî bigire.

Kongreya Kurd-Ereb ya bi dirûşma, “Ber bi Diyalogeke serkefî ya Kurd-Ereb’ ve ku cara yekemîn li ser asta Iraqê hate lidarxistin, peyamên girîng hatin dayîn.

Ji kongreyê peyamên girîng ên yekîtiya gelê Kurd û Ereb derketin pêş.

Yek ji kesayetên beşdarê kongreyê bûye jî Serokê Navenda Karên Stratejîk ya Iraqê Dr. Selah Boşî ye.

Dr. Selah li ser girîngiya kongreya û diyaloga Kurd û Ereb ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Dr. Selah kêfxweşiya xwe ya ji hewldana ji bo aştiya civakî, siyasî ya di navbera gelê Kurd û Ereb de anî ziman û ev peyam da:

“Ji bo bihêzkirina yekîtiya navbera hemû civak û pêkhateyên li Iraqê dijîn, pêwîstî bi xebatên bi vî awayî hene.”

Şems Necar: Divê Iraq pêşî li êrişên dewleta Tirk bigire

Jina çalakvan a ji pêkhateya Ereb Şems Necar ku ew jî di kongreyê de amade bû nêrinên xwe yên derbarê vê yekê de anî ziman.

Çalakvana Jin Şems Necar diyar kir peywendiyên Kurd û Ereb dîrokîne û got:

“Iraq ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Êzidî û hemû pêkhateyên din pêktê.”

Şems Necar têkildarî dagirkerî û destwerdanên dewleta Tirk li Iraqê û êrîşa herî dawî ya li ser Şengalê û Serokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel jî axivî û wiha got:

“Bi giştî destwerdanên Tirkiyê bandoreke nebaş li rewşa Iraqê, Başûrê Kurdistanê û li herêmên civaka Êzidî li Şengalê dike.

Eger Iraq xwe xwediyê Şengalê dibîne divê wê demê xwedî li gelê Êzidî derkeve û wan biparêze.”

Şems di dawî de bang li Hikûmeta Iraqê kir ku pêşi li êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêmê û gelê Êzidî bigire.

Back to top button