Kongreya ‘Berbi diyalogek Kurd-Ereb’ Hat lidarxstin

Îro li paytexta Iraqê Bexdayê Kongreya ‘Berbi Diyalogek Kurdî-Erebî ya Serkeftî’ hat lidarxistin.
Cara yekeme kongreyek bi vî awayî li Iraqê tê lidarxistin.
Nivîskar, serok eşîr, civaknas û akademîsyenên beşdarê kongreyê bûn û di kongreyê de peyamê girîng dan.
Kesên axivîn bal kişandin ser girîngiya bihevrejiyana gelan û pêwîstiya bi civaka demokratîk.

Îro li bajarê Bexda bi pêşengiya Akademiya Siyaset û Fikir ya Demokrasiyê, bi alîkariya Komeleya Azadî ya Kurdên Feylî ên Iraq, Saziya Standar, Rêxistina Mirovî ya Ciwanên Şengal û Komeleya Dostaniyê ya li Parlamentoya Ewrupayê, Kongreya ‘Berbi Diyalogek Kurdî-Erebî ya Serkeftî’ desptêkir.

Di kongreyê de zêdetirî 100 akademisyen, rewşenbîr, nivîskar, civaknas û kesayetên navdar ên ji Iraq, Başûrê Kurdistan û pêkhateyên cûda yê li Iraqê amadebûn.

Di bernameya kongreyê de li ser du panêlan, gelek mijar hatin nîqaşkirin.

Di panêlan de hin mijarên ku ji aliyên beşdaran ve hatin pêşkeşkirin û nîqaşkirin jî wiha ne:

Xebata hevbeş ya Ereb û Kurdan ya dîrokî, ‘Bandora dewlet-netew li ser peywendiya Ereb û Kurdan

Bandora siyaseta dagirkeriya navnetewî û metirsiya projeya Osmaniya nû ya li ser Iraqê

Rola jinên Ereb û Kurdan a di guhertina hêza civaka Iraqê de

Girîngiya şoreşa zihnî ya demokrasî a li Iraq, netewperestî, ol û netew

Dewleta welatîbûn, netewademokratîk, projeya çareseriya pêşniyarên ji bo stratejiya herêmê

Serok eşîr Şêx Rehîm: Biratiya Kurd û Ereb pêngavek girîng e

Axaftina destpêkê a kongreyê ji aliyê Serokê Eşîra Sediye Şêx Rehîm Sedî ve hate kirin.

Şêx Rehîm di axaftina xwede behsa girîngiya vê hewldanê kir û got:

“Biratiya Kurd û Ereb pêngaveke girînge. Em vê kongreyê gelek girîng dibînin ku hemû pêkhateyên olî û netewî yên Iraqê beşdarbûne. Herwiha ez hemû hewldanên ku pêkhate û neteweyên li Iraqê ji hev cûda dikin jî şermezar dikim.”

Şêx Rehîm diyar kir êdî dema wê hatiye ji bo yekîtiya gelên Iraqê gavên pratîkî bên avêtin.

Piştî axaftina Şêx Rehîm, beşdarvanên bi ser navê sazî û rêxistinên xwe tevlîbûn û axivîn û qala girîngiya bihevrejiyana gelan û civaka demokratîk kirin.

Di kongreyê de ji bo têkiliyên Kurd û Ereb xalên ev xal derketin pêş,

“Divê li dijî hemû komployên li dijî Rojhilata Navîn û Iraqê bi hevre bê sekinandin

Nijadrepestî neyê qebûl kirin û welatiyên Iraqê li ser demokrasî û aşitiyê israr bikin.”

Hêjayî gotinê ye cara yekeme li ser asta Iraqê kongreyek bi vî awayî di nava Kurd û Ereban de, li ser bingehê jiyanek hevbeş û civakek demokratîk tê lidarxistin.

Back to top button