Acar Başaran: Girtiyên nexweş bi polîtîkayên dijminantiyê tên girtin

Meclîsa Jinê ya HDP’ê, Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn û Platforma Em Bi Hevre Bihêzin a Jinan ji bo Garîbe Gezer a ku bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû û ji bo girtiya nexweş Aysel Tugluk çalakî li dar xistin.

Meclîsa Jinê ya (HDP) ji bo Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da û ji bo Aysel Tugluk a ku tevî nexweşiyên wê yên giran girtiye, civîna çapemeniyê li dar xist.

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran di civînê de axivî.

Ayşeyê da zanîn ku sucên girtîgehên Tirkiyê pêktên mîna yên salên 80’ê ne û wiha got:

Garibeyê bi awayekî bêhiqûqî di hucreya yekkesî de girtin.

Em mirina jineke bi muameleya ne baş ber bi mirinê ve çû wekî ‘întihar qebûl nakin’.

Ayşeyê bal kişand ser binpêkirina mafên li girtîgehan û wiha got:

“Îro bi sedan girtiyên nexweş ji ber polîtîkayên dijminatiyê yên dewletê li girtîgehan tên girtin.

Rewşa Aysel Tugluk ya tendirustî her diçe xirab dibe.

Em bang li îktidarê dikin dev ji bêhiqûqiyên ku dikin berdin.

Em ji jinan re jî dibêjin werin bibin dengê Ayselê.”

Eren Keskin: Ji mirina Garîbe Gezer rêveberiya girtîgehê berpirsyar e

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn jî diyar kir Garîbe Gezer zanabû û serê xwe ne ditewand û got;

”Çi xwekuştin be çi jî cînayet, ji mirina Garîbe îdareya girtîgehê berpirs e.

Em ê heta dawî dozê bişopînin.

“Bila Aysel Tûglûk serbest bê berdan”

Her wiha platforma Em Bi Hevre Bihêzin a Jinan ji bo Garîbe Gezer û Aysel Tûglûk xwestin li ber Operaya Sureyya ya Kadikoyê daxuyaniyekê bide, lê polîsan destûr nedan û derdor li Operaya Sureyya girtin.

Jinan bi berzkirina dirûşmeyên “Bila Aysel Tûglûk serbest bê berdan”, “Ji girtiyan re azadî” û “Wê dewleta kujer hesabê bide” bertek nîşanî vê astengkirinê dan û qad bernedan.

Bi sedan kesî serdana şîna Garîbe Gezer kirin

Ji danê sibehê ve Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyan jî di nav de bi sedan kesan serdana şîna Gezer kirin.

Li aliyê din hat diyarkirin ku Miftîtiyê ferman daye meleye Mizgefta Seyît Hasan ku mala şînê bigire lê piştî malbat ketiye dewrê, ev yek hatiye astengkirin.

Back to top button