LAVROV: DIVÊ HÊLÎNA TERORÊ YA LI IDLIBÊ JI KOKÊ VE WERE TUNEKIRIN

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gefa berdewamkirina êrîşan li dijî çeteyên li Idlibê xwar û teqez kir ku divê hîlîna terorê li Idlibê ji kokê ve were rakirin

Di dawiya danûstandinên bi hempêşiyê xwe yê Îranî Mihemed Cewad Zerîf re, Lavrov destnîşan kir ku çeteyên Cebhet El-Nusra li Sûriyê di bin navê Heyet Tehrîr El-Şam de çalak bûne û parêzgeha Idlibê ji xwe re kirine baregeh.

Lavrov diyar kir ku Ne tenê bajêr kirine bin serweriya xwe, lê belê ji wir êrîşî nuqteyên rejîma Sûriyê û herî dawî bargeha Himêmîn a Rûsî dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê teqez kir ku êdî sebira wan li hember rewşa Idilbê nema ye û wiha got:

Divê hêlîna terorê ya li Idlibê ji kokê ve were tunekirin.

Rûsya û Amerîka girêdayî wê muzekere mohr kirine û leşkerên her du dewletan niha hewl didin bendên wê müzakereyê bînin cih.

Beriya demekê jî Serokê Rûsiya Pûtîn diyar kiribû ku lidarxistina operasyoneke leşkerî li Idlibê li dijî çeteyan pêkan e, lê dem ne guncaw e.

Leave a Reply

Back to top button