Rojavayê Idlib û Hemayê hat bombebarankirin

Şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de, dewam dike.
Balafirên Rusyayê û hêzên hikûmetê rojavayê Idlib û Hemayê bombebaran kirin.
li Dêrazorê ji ber teqîna maynekê zarokek jiyan xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê balafirên şer ên Rûsyayê herêma El-Yeqûbiyê ya li bajarê Cisûr Şixûr ê li rojavayê Idlibê da ber topan.

Her wiha Hêzên hikumeta Şamê jî eniyên şer ên çiyayê Zawiyê ya başûrê Idlibê topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Sehl Xab a Hemayê jî bombebaran kirin.

Ji ber teqîna mayinekê zarokekî jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn

Her wiha çavdêriyê ragihand ku li herêma Elsînia ya li Dêrazorê mayinek ji bermahiyê DAIŞ’ê teqiya.

Hat diyar kirin di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.

Back to top button