Şandeya MSD’ê civîneke serkeftî bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re li dar xist

Îlham Ehmed got, şandeya MSD’ê civîneke serkeftî bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re li dar xist û xebata hikumeta Swêdê ya ji bo piştgiriya çareseriya siyasî û alîkariya mirovî erênî nirxand.

Seroka Meclisa Rêveber  a MSD’ê Îlham Ehmed têkildarî hevdîtina şandeya MSD’ê ya bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê Anna Lendi re peyamek li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir.

Parvekirina Îlham Ehmed wiha ye: “Me civîneke serkeftî bi Wezîra Karên Derve ya Swedê re li dar xist. Têkildarî çareserkirina krîza Sûriyê, me nêrînên xwe parve kirin. Em xebata hikumeta Swêdê ji bo piştgiriya çareseriya siyasî û alîkariya mirovî bi nirx dibînin.”

Şandeyeke ji MSD’ê ku ji hevserokê MSD’ê Riyad Derar, seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û cîgira hevserokatiya MSD’ê Mecdolîn Hesen pêk dihat, bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê Anna Lendi re li Stockholm civiya bû.

Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Linde jî li ser hesabê xwe ê tevna civakî, derbarê hevdîtinan de peyameke wiha parve kir:

“Nîqaşên me yên ji dil li gel Îlham Ehmed û Meclisa Sûriya Demokratîk pêk hatin.

Rojeva me rewşa Bakur û Rojhilatê Sûrî bû.

Swêd hê jî hevkareke çalak e.”

Back to top button