TRUMP DIXWAZE BI RÊBERÊN ÎRANÎ RE BICIVE Û CEZAYÊN NÛ LI WAN FERZ DIKE

dike û hem jî dixwaze bi Îranê re rûne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dixwaze bi fermandariya Îranê ji bo lihevkirineke nû der barê bernameya nuklerî de saz bikin, bicive.

Trump der barê vê de duh daxuyaniyek da û got:

Ez dixwazim hema carekê ji bo danîna lihevkirinekê yan jî ji bo avêtina gavên ku wê siberoja guncaw ji Îranê re were danîn, bi rêber û serokên Îranî re rûnêm.

Em ê cezayên nû ku wê sektorên hesinan hedef dikin, ferz bikin.

Turmp bang li rejîma Îranê kir û ev tişt anî zimên:

Dest ji xewnên xwe yên nuklerî berde û reftarên xwe biguhere û berê xwe bide maseya danûstandinan.

Nûnerê Ameîrkî yê karûbarên Îranê Brian Hook jî ragihand ku wê di demeke nêz de qeflek din a cezayan bi ser Îranê de bibarin û got:

Zextên Amerîka li ser Îranê, hiştin em niyetên wê kifş bikin ku yekser bernameya yoranyomê berdewam kir.

Hook diyar kir ku şandina Amerîka ji hilgira balafiran ne peyameke siyasî ye, ew ji bo parastina xwe ye, nemaze piştî gefên Îranê.

Girêdayî heman mijarê, rojanemya Ebrî Yedioth Ahronoth  ragihand ku mûşekavêjeke B-52 duh li asmanê Îsraîlê ber bi baregeha el-Edîd a Amerîkî li Qeterê ve firiya.

Li gorî rojnameyê, balafira Amerîkî ji bargeha el-Edîdê re hate şandin, ew jî weke beşekî peyama ji Îranê re ye.

Rojnameyê teqez kir ku wê Amerîka 4 mûşekavêjin din jî ji heman celebî bişînin herêmê.

Duh Îran tevî cezayan jî bernameya xwe ya nuklerî dan destpêkirin ku ev yek bertekin tund ji dewletên Ewropayê derxist holê.

Leave a Reply

Back to top button