Li herêma Kentucky bêtirî 100 kesî jiyana xwe ji dest da

Doh bagereke dijwar li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê da.

Di encamê de li herêma Kentucky (Kentakî) bêtirî 100 kesî jiyana xwe ji dest da.

Serokê welat Joe Biden, bager weke karesateke mezin binav kir.

Dar ji kokê rabûn, bi sedan xanî rûxiyan û welatî di bin xirbeyan de man.

Ev encam nîşan dide ku bagera doh li Amerîkayê dayî çiqasî dijwar bû.

Devera ku herî zêde bagerê bandor lê kir herêma Kentucky bû.

Li gorî daxuyaniya rayedaran , tenê li vê eyaletê bêtirî 100 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Bandora ku bagerê li deverên din kirî jî hê nehatiye eşkerekirin.

Serokê welat Joe Biden bager weke karesateke mezin binav kir û got,

Heta niha hejmara dawî ya qurbaniyan nayê zanîn. Lê tişta diyar ew e ku bagerê zerarên mezin li pey xwe hiştin.

Biden anî ziman ku ji bilî Kentucky, dibe ku li herêmên din jî rewşa awarte were ragihandin.

Back to top button