Sîxurên ku bi operasyonekê hatin girtin li xwe mikur hatin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn beriya niha bi operasyonên taybet, berpirsyar û sîxurên îstîxbarata dewleta Tirk MÎT’ê yên li herêmê girtibûn.
Ev sîxurên MÎT’ê li xwe mikur hatin û qala erka dewleta Tirk ya ji bo wan hatine dayîn kirin.
Sîxuran eşkere kirin ku ew ji bo tevlîhevî û sûîqestan li herêmê bikin hatine erkdarkirin.

Îstîxbarata Tirk, ciwanên li herêmê bi rêya narkotîk, fûhûş, pere û hwd. dixe xefika xwe û dike sîxur.

Hêzên Ewlekariya Hundir, berî niha çend berpirsyarên herêmê yên MÎT’ê ku dema li Dirbêsiyê û Reqayê sîxurî dikirin girtin.

Ajansa nûçeyan ANF jî mikurhatinên van sîxuran ku di nav wan de berpirsiyarên herêmê jî hene bi dest xist, û weşand.

Ji wan yek sîxûran Ramî Samî Abdal yê ji bajarê Serêkaniyê yê.

 Samî Abdal: Di bêrdêla pereyan de ji me xwestin li dijî rayedaran sûîqastê bikin

Abdal wekî berpirsiyarê heremê ji aliyê îstîxbara Tirk ve hatiye erkdarkirin.

Abdal li xwe mikur tê û dibêje, endamê koma çete ya dewleta Tirk Xalid Bedî Al Sofî yê bi navê li xwe kirî Lûlû û xizmê wî Enes pê re têkilî danîne û jê xwestine ku dîmenê nuqteyên leşkerî yên li herêmê bikişîne.

Jê xwestine ku bi berdêla pereyan vê bike.

Ramî Samî Abdal têkildarî dema ku sîxurî dikir wiha mikur hat:

“Min dîmenê hin deveran kişand û ji kesê bi navê Enes re şand. Min jê re got ku ev dever nuqteyên leşkerî ne. Di berdêla vê de jî 150 hezar lîreyê Sûriyê şandin.”

Abdal eşkere dike ku ji bo sûiqasta li dijî rayedar û fermandarên leşkerî wêne û dîmenên cîh şandine.

Abdal tîne ziman ku MÎT a Tirk wêneyê endamekî QSD’ê yê bi navê Abdo jê re dişîne û jê xwestine ku wî kesî bikuje.

Ramî Samî Abdal: Çeteyan dizanîbûn ez medayên hişbir bikar tînim ez kirim xefika xwe

Ramî Samî Abdal dawî de çawa dikeve xefka çete û MÎT’a Tirk jî wiha dibêje:

“Kesê bi navê Dawut yê ji Dirbêsiyê jî bi min re bû. Me bi hev re hebê narkotîkê bi kar dianî.

Davûd mîna min ji bo karibe narkotîkê werbigire bi wan re dest bi kar kir.

Endamên OSO yên li Serêkaniyê ji ber ku zanîbûn ez narkotîkê bi kar tînim, bi xefika narkotîkê serê min tevlî hev kirin û ez kirin sîxur.”

Berpirsiyarê MÎT’ê yê Dirbesiyê Dawûd Baas Al Wadî: Ji ber ku min sîxurî li dijî gelê xwe kir poşmanim

Sîxurê bi navê Dawûd Baas Al Wadî jî ku ji gundê Dirbêsiyê yê û ew jî berpirsyarê MÎT’ê yê Dirbesiyê ye, bi rêya berpirsyarê Dirbêsiyê yê MÎT’ê Ramî Samî Abdal bûyê sixurê MÎT’ê.

Al Wadî jî wiha li ser kirinên xwe mikur tê:

“Me bi hev re dîmenê saziyên leşkerî yên li herêmê dikişand û dişand. Ramî di berdêla vê de 150 hezar Lîreyê Sûriyê da min.
Ji ber ku min sîxurî li dijî gelê xwe kir gelekî poşmanim.”

Sîxûrên li Reqayê: Ji bo aramiya li herêmê têk bibin û tevliheviyê derxin em hatin erkdarkirin

Leys Enes El Medfe, Huseyîn Elî Yûnûs û birayê wî Hesen Elî Yûnûs jî ji bajarê Reqayê ne û û ew jî dema ji bo îstîxbara tirk dixebitîn hatine girtin.

Van kesan jî eşkere kirin ku ji bo aramiya li herêmê xirabikin û kaosê li herêma Reqayê çêbikin hatine wezîfedarkirin.

Back to top button