Kongreya Star: Êrişa li Xanasorê encama bêdengiya hêzên cîhanî ye

Rêxistina Jinan li Rojavayê Kurdistanê, Kongreya Star êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê şermerzar kir û got;

Bombardimankirina avahiya Meclisa Gel a navçeya Xanesorê, encama bêdengiya hêzên navneteweyî ye.

Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Êzdî şermezar kir.

Koordînasyonê êriş weke lawazbûna dewleta Tirk binav kir û got;

Dewleta dagirker siyaseta koçberkirin û qirkirina gelê herêmê dewam dike.

Ev binpêkirin û zêdegavî li pêşberî çavên cîhanê, nexasim rêxistinên mikrovî pêk tên.

Hemû binpêkirinên ku li dijî herêmê têne kirin encama bêdengiya navneteweyî ye.

Koordînasyona Kongreya Star bang li hemû hêzên cîhanî kir ku li ber êrişên dewleta Tirk rabûn û erka xwe a mirovî û exlaqî bicih bînin.

Back to top button