Tevî hemû sûcên ku li herêmên dairkirî tên kirin, krîza aborî jî jiyana şêniyên wan deveran zor û zehmet kiriye.
Ji wan ên Serê Kaniyê ne.
Piştî ku çeteyan ew talan kirin, niha bêkar in û bi xizaniyê re rû bi rû ne.
Li wir ji ber rewşa zehmet jin û zarok neçar dimînin ku li kolanan tiştan bigerînin û bifiroşin.
Ji ber talakirina şêniyên li Ser Kaniyê ya dagirkirî ji aliyê çeteyan ve, pirsgirîka aborî xwe daye der.
Li wir debara jiyana sivîlan zehmet bûye û bêkarî zêde bûye.
Ji bo wê û ji neçarî niha heta bi zarok jî dixebitin û li kolanan firotinê dikin.
Çavkaniyekî ji Serê Kaniyê ku nekarî navê xwe bide, ji ajansa nûçeyan a Hawarê re li ser vê rewşê û krîza aborî ya li Serê Kaniyê ev agahî dan:
“Mirov debara xwe ya rojane jî bi zehmetî dikin.
Kar tune ye.
Pîr û zarok jî ji bo ku destekê bidin malbatê û debara xwe ya rojane bikin, li kolanan nan difiroşin.
Û ev rewş roj bi roj xerabtir dibe û jimara van kesan li kolanan zêdetir dibe.