Li kolanên Tirkiyê kesek jinekê bi kêran birîndar dike

Li Tirkiyê ji ber polîtîkaya rejîma serdest û qanûnên wê yên binêkirina mafê jinan, bi her awayî jin rastî tundiyê tên.
Li kolanan tên girtin, êşkencekirin û birîndarkirin. Dîmenekî din ji Tirkiyê derketiye vê rastiyê piştrast dike.
Tê de mêrek li kolanê jinekê digire û bi kêran lê dixe.

Ev dîmen ji Tirkiyê ye.

Weke tê dîtin, kesek bi zorê bi jinekê digire, wê li erdê dixişikîne û bi kêran lê dixe.

Kesên derdorê jî bi hewara wê ve diçin û hewl didin wê ji destê wî xelas bikin.

Lê belê berî ku ji destên wî were xelaskirin, bi çend derbeyên kêran ev jin tê birîndarkirin

Bûyerên bi vî rengî taybet li Tirkiyê tim tên dîtin û her zêde dibin.

Sedem jî desthilatdar û xemsariya wê ya di vî alî de ye.

Li wir ji ber polîtîkayên dijberî mafên jinan, jin rastî hemû cureyên binpêkirinan tên.

Back to top button