TEV-DEM: Li dijî van sûcan serî hildin û Êzidiyên Şengalê biparêzin

Li dijî vî sûcî, Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê daxuyaniyek da û piştrast kir ku NY’yê û rêxistinên navneteweyî berpirsên parastina êzidiyên Şengalê ne. TEV-DEM bang li gelê Kurd kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk serî hilde.

Li dijî êrişa duh li ser navçeya Xanesorê ya Şengalê ku ji aliyê dronên Tirkiyê ve pêk hat, bertekên tund derketin.

Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê daxuyaniyek da û ev êrişa li ser avahiya Meclisa Gel a Xanesorê bi êrişeke terorîstî û sûcekî şer pênase kir.

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de ev got:

“Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan, dixwaze terora DAIŞ’ê zindî bike û komkujiyên li dijî civaka Êzidî bidomîne.

Bêdengiya PDK û Hikûmeta Iraqê hevkariya wan nişan dide.”

Tevgera Civaka Demokratîk diyar kir ku ev êriş wê vîna civka êzidî têk nebe, berovajî wê berxwedana wan xurtir bike.

Li ser bêdengiya li hember van êrişan jî TEV-DEM piştrast kir ku hêzên îro li hember van êrişan bêdeng dimînin, li hember parastina êzidiyan berpirs in.

Dawiya daxuyaniya xwe, TEV-DEM’ê bang li hemû gelê kurd, taybet jî civaka êzidî kir ku li her deverê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker têkoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin.

Back to top button