Zubeyir Aydar: Hikumeta Başûr li pêşiya lêkolînkirina çekên kîmyewî dibe asteng

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar diyar ku eşkerekirina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve tê astengkirin. Aydar, sedema vê yekê jî helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê û bi taybet PDK’ê nîşan da.

Ji 23 Nîsana îsal ve artêşa Tirk hewl dide herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê yên Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Ji bê serkeftina vê tevgera xwe a dagirkeriyê jî hemû cûreyên çekên giran bikar tîne..

Di nava 6 mehên derbasbûyî de HPG’ê gelek caran bi dîmen û belgeyan ragihand ku artêşa Tirk di êrişên xwe de çekên kîmyewî bikar tîne.

Li ser mijarê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar ji Ajansa Rojnewsê re axivî..

Zubeyîr anî ziman ku dewleta Tirk a li hemberî berxwedana gerîlla nikare pêşde biçe, çekên kîmyewî û gazên qedexekirî bikar tîne û got:

Heta niha ji ber van gazan, hejmarek ji gerîlla şehîd bûne.

Zerar li gelek gundiyên herêmê jî bûye.

Derbarê hewldanên lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî jî Aydar ev agahî dan:

Em niha ji gelek aliyan ve li ser vê mijarê disekinin.

Lê mixabin cîhan bêdenge. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ku navenda wê li Hollandayê ye, tenê li ser daxwaza dewletan dikeve tevgerê.

Li vir tişta girîng ev e;

Cihê ku çekên kîmyewî lê tê bikaranîn, Başûrê Kurdistanê ye.

PDK’ê ku bixwe alîkariya dewleta Tirk dike, ji cîhanê re dibêje tiştek wisa nayê bikaranîn.

Yê ku nahêle lêkolîn bê kirin Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Niha ev mijar di rojeva ragihandinên cîhanê de ye. Lê bi qasî ku tê xwestin hê ne bi bandor e.

Tevî vê yekê jî em ê heta dawî vê mijarê bişopînin û bigihijînin armancê.

Divê were zanîn Erdogan û Tirkiye li ser rêya Seddam Huseyîn û Iraqa kevin dimeşin.

Dawiya wan wê heman tişt be.

Back to top button