Elîzabet Gewriyê: Armanc; sazkirina peymaneke ku hêjayî gelê Sûriyê be

​​​​​​​Ev du roj in ji bo sazkirina peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Hesekê civîn dewam dike. Ev cîvîn jî ya dawî ye ji bo sazkirina peymanê. Endama Komîteya berfereh a sazkrina peymanê Elîzabêt Gewriyê dibêje “Armanc ji civînê ew e ku rengê dawî yê hevpeymana civakî were sazkirin bi rengekî ku tevahî pêkhate jê razî bin û hêjayî gelê Sûriyê be.”

Ji bo jinûve-sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, duh li Hesekê civîna dawî dest pêkir.

Tevahî endamên komîteya berfireh ku ji 157 delgeyan pêk tê, beşdarî civînê bûn.

Îro civîn di roja duyem de ye.

Têkildarî girîngiya wê, endama Komîteya Berfireh a Sazkirina Peymana Civakî Elîzabêt Gewriyê ji ajansa nûçeyan a Hawarê re nirxandin kir.

Elîzabêt Gewriyê diyar kir ku civîn pir giring e û tê de wê bendên reşnivîsê bi awayekî fireh werin nîqaşkirin da nêrîn û pêşniyarên endamên komîteyê wergirin.

Li ser bendên reşnivîsê jî Elîzabêt Gewriyê anî ziman “Armanc ew e rengê dawî yê peymana civakî were sazkirin ku li gorî tevahî pêkhateyan be û hêjayî gelê Sûriyê be.”

Endama Komîteya Berfireh a Sazkirina Peymana Civakî Elîzabêt Gewriyê da zanîn ku civîn wê bi sazkirina rengê dawî yê reşnivîsa peymanê û bi awayekî demokratîk bi dawî bibe.

15`ê Tîrmeha borî, Rêveberiya Xweser komîteyeke biçûk ji 30 endaman ava kir ji bo reşnivîsa Peymana Civakî amade bike û bi civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîqaş bike.

Back to top button