Kamîran Berwarî: Kongreya diyalogê destekê dide yekîtiya Kurd-Ereban

Cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Fikrên Demokratîk li Başûrê Kurdistanê Dr.Kamîran Berwarî têkildarî vê kongreyê ya diyaloga erebî – kurdî ku li Bexdayê hat lidarxistin dibêje “Girîngiya kongreyên bi vî awayî ji bo gelê li Iraqê dijîn pir mezin e.

Dr.Kamîran Berwarî Têkildarî mijarê ji ajansa nûçeyan a Hawarê ANHA`yê re axivî.

Kamîran Berwarî anî ziman “Lidarxistinên kongreyên bi vî awayî nexasim li Iraqê girîng in da têkiliyên di navbera pêkhateyan de û rêya pêkanîna yekitiya di navbera Kurd û Ereban de, xurt bibin.”

Kamîran piştrast kir ku gelek mijar di kongreyê de hatin nîqaşkirin û ya girîngtir behsa wê hat kirin, pêwîstiya Iraq û Rojhilata Navîn bi sîstemeke rêveber bû.

Dr. Kamîran Berwarî dawiyê destnîşan kir lidarxistina kongreyên bi vî awayî peyamekê dide dijmin ku her çiqas êrişî Kurdistanê bike, gelê kurd qir bike, tu carî serî ji pilanên wî re natewîne.

Back to top button