BAHOZ ERDAL: DIVÊ EM XWE JI ŞEREKÎ MEZIN RE AMADE BIKIN

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Bahoz Erdal diyar kir ku divê gelê Krud di nava bendewariya aştiyê de nebe. Ji ber ku herêma Rojhilata Navîn bi temamî di nava şer de ye. Bahoz Erdal destnîşan kir ku ev dema niha ji bo Kurdan dema herî baş e û got: Divê em hêzên kurdistanî nêzî hev bibin.

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Bahoz Erdal ji Stêrk TV re, mijarên di rojevê de nirxand.

Bahoz Erdal diyar kir, Gerîlayên Kudistanê li bakur û başurê Kurdistanê sengerên xwe diparêzin û got:

“Hêza gerîlayên Kurdistanê ji ya berê zêdetir e û di cihên pêwîst de berxwedaniyek bi biryar dimeşîne.

Em dikarin bibêjin, ji berê xurtir e.

Gelê me jî li ser xeta berxwedanî û azadiyê ye, li ser xeta Rêber Apo ye”.

Erdal têkildarî amadekariyên gerîla û pêvajoya pêş de ev nirxandin kir:

“Deshilata AKP’ê li ser siyaseta şer û komkujiyê bi israr e.

AKP’ê bi fobiya Kurd û Kurdistanê dixwazin çavê gelên Tirkiyê bitirsînin.

Divê gelê me di nava bendewariya aştiyê de nebe.

Ji ber ku Rojhilata Navîn di nava şerekê de ye û yek welat nîne ku şer lê naqewime.

Diyar e ku ev şer di demekî kurt de bi dawî nabe.

Ji ber vê yekê gerîlayên Kurdistanê xwe li gor şerekî demdirêj û berfireh amade dikin.

Jinûavabûna xwe, rêbazên xwe yên şer, perwerdeyên xwe li gor vê amade dikin.

Gerîla dema rêbazên xwe baş bi kar bîne, dikare teknolojiya di destê dagirkeriyê de vala derbixe”.

BAHOZ ERDAL: EM LI SER MESELÊN HIZBÎ NEFIKIRIN, EM BI KURDISTANÊ BIFIKIRIN

Erdal li ser serdana Mevlut Çavuşoglu ji Bexda û Başûrê Kurdistanê re jî ev tişt anî ziman;

Çavuşoglu û hikumeta wî li Bakurê Kurdistanê êşkence li dayîkên heftê salî dikin û her roj mirovan dikujin.

Lê dema ku têne Başûrê Kurdistanê jî weke qralan têne pêşwazîkirin. Ev yek ne gengaz e”.

Erdogan eşkere dibêje “Kurd û Kurdistan nîne” û li gor wê nêzîk dibe.

Gelo helwesta siyasî ya rêveberiya hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî vê yekê çiye?

Em li ser meselên hizbî nefikirîn. Em bi Kurdistanî fikirîn”.

BAHOZ ERDAL: DIVÊ EM HÊZÊN KURDISTANÎ NÊZÎ HEV BIBIN

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Bahoz Erdal destnîşan kir ku ev dema niha ji bo Kurdan dema herî başe.

Berê di navbera me û Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê de lihevkirinek hebû.

Niha jî eger hun alîkariya me nakin, bila dijminahî jî di navbera me de nebe û em jî şerê xwe li Bakurê Kurdistanê dimeşînin.

Armanca me ew bû ku aramiya herêma Kurdistanê xirab nebe”.

Leave a Reply

Back to top button