Ji ber ku hikumeta Iraqê li hember van êrişên li ser Şengalê bêdeng e, îro û li ser hişyariya Rêveberiya Xweser a Şengalê saziyên fermî yên Iraqê nehatin vekirin.
Dewleta Tirk a dagirker sivîlên li Şengalê dike armanc, saziyên civaka Êzîdî bombebaran dike û hikûmeta Iraqê jî bêdeng e.
Rêveberiya Xweser a Şengalê li hemberî vê bêdengiya hikumeta Iraqê ku rê li ber van êrişan nagire, helwesteke cidî ya siyasî girt.
Rêveberiya Xweser a Şengalê doh bi nivîseke fermî hişyarî da hemû sazî û dezgehên hikumeta Iraqê yên li Şengalê ku sazî û dezgehên xwe venekin.
Rêveberiê diyar kir ku gel êdî saziyên fermî yên Iraqê qebûl nake û ti hukmê hikûmeta Iraqê li Şengalê nemaye.
Li ser vê hişyarî û helwesta Rêveberiya Xweser a Şengalê, hat ragihandin ku piranî sazî û dezgehên hikumeta Iraqê yên li Şengalê îro dest bi kar nekirine.