QSD’ê Nasnameya du şervanên ku li Til Temirê şehîd bûne eşkere kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bê navber êrişî herêmê dikin. Şervanên QSD’ê jî bersiva êrişan didin.
Navenda ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku di bersivdana êrişên li ser Til Temirê de du şervanên wan şehîd bûne û nasnameyên wan eşkere kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe ji Şehbayê heta Eyn Îsa û Til Temirê rojane êrişan pêk tînin.

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê jî di çarçoveya xweparastinê de bersiva êrişên dagirkeran didin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnemeya du şervanên xwe ku di şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker yê li gundê El-Derdara yê Til Temirê de şehîd bûne, eşkere kir.

QSD’ê di daxuyaniyê de sersaxî ji gel bi taybetî ji malbatên her du şervanan re xwest.

QSD’ê destnîşan kir ku heya têkibirina dagirkeriyê û gihîştina serkeftinê li ser rêyha şehîdan wê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Li gorî Navenda Ragihandinê sasnemeya şehîdan wiha ye:

Kanîwar Cuma Ello bi nasnav Koçer Kobanê 10’ê Kanûnê 2021 li gundê Dirdara yê Til Temirê şehîd buye

Ehmed Mihemed bi nasnav Alan Can 10’ê Kanûnê 2021 li gundê Dirdara yê Til Temirê şehîd buye

 

Back to top button