Hisên Koçer: Bi saya berxwedana gel û şervanan êrişên dagirkeran têk diçin

Têkildarî êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji fermandarên QSD`ê yê herêma Firatê Hisên Koçer li bajarê Kobanê civînek li dar xist.
Malbatên şervanên QSD`ê di civînê de amadebûn.

Yek ji fermandarê QSD’ê Hisen Koçer di civînê de bal kişand ser armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û wiha axivî:

“Di destpêkê de çeteyên DAIŞ`ê êrişî xaka me kir. Gelê me li hember êrişan sekinî û li ber xwe da û şervanên me jî berxwedaneke bêhempa nîşan da.

Dewleta Tirk têkçûna DAIŞ`ê wekî binkeftina xwe hesiband.”

Hisen Koçer da zanîn dewleta Tirk bi êrişên xwe li ser herêmê, dixwaze tola binketina DAIŞ`ê rake û got,

“Lê berxwedana gel û ciwanên me ku xaka xwe li hember hemû cûreyên êrişan parastin, hîşt ku dewleta Tirk di êrişên xwe de têk biçe.”

Hisen Koçer di dawiyê de bang li gelên herêmê kir ku li hember hemû cureyên êrişan li pişt şervanên xwe bisekinin û xwedî li xaka xwe derkevin.

Back to top button